Tîrmeh 29, 2024 07:46 Asia/Tehran
  • UNRWA: Tenê ji sedî 4ê navçeyên zîvala Xezeyê re fermana valakirinê nehatiye dayîn

Serokê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku tenê ji sedî 4ê navçeyên zîvala Xezeyê re fermana valakirinê nehatiye dayîn.

Fîlîp Lazzarini di peyamekê de li Twitterê nivîsî: Rayedarên Îsraîlî her roj van fermanan didin daku xelkê neçarî koçberbûnê bikin û vê meselê tir û xof û nakokî  xistie nav xelkê.  

Wî her wiha got: Gelek caran, xelk tenê çend sietan dema wan heye ku hemî tiştên xwe girêdin û dîsa bi peyatî  bimeşin an jî bi erebeyên ku bi ker û guhdêrêjan tên kişandin, bar dikin.

Lazzarini diyar kir ku  bi giştî  hemû Xelkê Xezeyê ketine bin bandora  vê efrmanê û ji destpêka şerê li Xezeyê ve gelek ji wan  herî kêm carekê di mehê de neçar mane koçber bibin.

Yek ji welatiyên Xezzeyê ji tîmên UNRWA re ragihand ku di dereqa10 sietan de du caran neçar maye koçber bibe û xelk  bi gitî li cihekî ewleh digerin.

 

Serepeyv