Tîrmeh 23, 2024 17:19 Asia/Tehran
  • NY: Dijminatiyên berdewam sîstima tendirustiya Xezzê kawil kirine

Berdevkê NY ragihand ku fermanên valakirina berdewam û dijminatiyên bêrawestan, sîstima tendirustiya Xezzê têk birine.

Stêfan Ducarîk, got: Fermanên valakirina berdewam û dijminatiyên bêrawestan, bidestxistina xizmetên pêwîst ji bo kesên ku ji bo cara çendan li Xezzê aware bûne, dijwar kieiyw. Wî herwiha got: Di eynî demê da Nivîsgeha Hevahengiya Karûbarên Mirovdostane yên NY pêhişyarî daye ku çalakvanên karên mirovdostane li Xezzê hîna jî bi xeterên mezin ji wan ewlehiya xwe ya kesane re rûbirû ne. Berdevkê NY got: Duh karewanek ji hevkarên me li UNRWA`yê di halekî da ku ber bi aliyê bakûrê bajarê Xezzê ve diçûn, ji aliyê hêzên îsraîlî ve ketin ber êrişê.

Berdevkê NY herwiha got: Derbeya li binavahiyan, kêmbûna elekterîk û ardûyê, tîkeyên pêwîst herwiha berhemanîn û safîkirina avê û pompaja jêravê tûşî pirsgirêkan ve tîne.