Tîrmeh 21, 2024 17:08 Asia/Tehran
  • Rûsya: Leşkerîkirina bakurê Norwêjê wê ewlehiya navçê zêde neke

Berdevkaê wezareta karên derve ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand: Leşkerîkirina bakurê Norwêjê wê ewlehiya navçê zêde neke.

Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe de ragihand: Me gelek caran derbarê zêdekirina hêza leşkerî ya Norwêjê û xurtkirina rahênan û çalakiyên leşkerî yên hêzên wê di çarçoveya hewlên NATO`yê de ji bo bihêzkirina hebûna xwe li navçeya Cemsera Bakûr axiviye.

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê di vê daxûyaniyê de ragihand: NATO radigehîne ku navçeyên bakûrê Norwêjê li ser sînorê Rûsiyê di çarçoveya vê hevpeymaniyê de bi awayekî baş çekdar û bihêz bûne, lê belê rayedarên Osloyê li ser mijara aramiya navçê pêgîriyê dikin. Mariya Zaxarova herwiha got: Ez dixwazim pêgîrî li ser wê yekê bikim ku çekdarkirina bakurê Norwêjê dê nebe sedema zêdekirina ewlehiyê, belkî dê encamek berovajî wê hebe û bibe sedema zêdebûna aloziyê.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha Êrîk Kirîstofêrsên, wezîrê berevaniyê yê Norwêjê gotibû ku divê NATO amadekariyên xwe ji bo rûbirûbûna muhtemel bi Rûsyê re xurt bike.