Tîrmeh 18, 2024 17:00 Asia/Tehran
  • Rûsiyê tu gef dijî YE pêk neaniye

Berdevkê Nivîsgeha Serokkomariya Rûsiyê îro ragehand ku Moskowê tu gef dijî YE pêk neaniye

 Dîmîtrî Pêskov ragehand ku hebûna berdewam a paporên NATOyê li navçeya deryaya Reş gefek dijî Rûsiyê tê hesab.

 Berdevkê Nivîsgeha serokkomariya Rûsiyê got: Rûsiye ji ber hebûna paporên NATOyê li navçeya deryaya Reş, ê hin tedîranjibo misogerkirina ewlehiya xwe bike. 

 Pêskov her wiha got: Rûsiyê tu gef dijî YE pêk nenaiye û li Ukraynê bi tenê berjewendiyên xwe diparêze. 

 Kirimlîn ser vê bawerê ye ku karê li çarçoveya Yekitiya berevaniyê yê YE  dê ne li gor hevkariya ku welatên ewrûpî li NATOyê dikin, be.

 Vî rayeadrê Kirimlînê destnîşan kir: Perspêktîa veguhertina YE wek yekitiya berevaniyê, Rûsiyê neçar dike siyaseta xwe ya derve  ser vê esasê biguherîne.