Lavrov: Amerîka di şerê Xezeyê de bûye wek aliyekî şer
Tîrmeh 18, 2024 09:37 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna KOnseya Ewlehiyê derbarê Filistînê de got ku Amerîka bi dabînkirina çek û sîlehan bo Îsraîlê di êrişa ser Xezeyê de bûye aliyek rasterast a şer û pevçûnan.
Sergey Lavrov li civîna Konseya Ewlehiyê ya derbarê Filistînê Rejîma Siyonîst bi dewama êrişa eskerî û dorpêçkirina xelkê Xezeyê bi cezayên komî tawanbar kir.
Wî got: Hemasê çalakiyên xwe yên leşkerî pir sînordar kiribû, lê Îsraîlê bi kiryarên xwe ev kom tehrîk kir û derfet ji bo cezakirina komî û destdirêjiya li dijî filistîniyan bikar anî.Nûnerê Çînê li NY jî got: Divê Îsraîl dest ji komkujiya xelkê Xezeyê berde û tekez kir: Em êrişên ser çalakvanên mirovî jibo alîkariya bo Xezeyê şermezar dikin û daxwaza lêkolînê li ser vê mijarê dikin.