Tîrmeh 16, 2024 20:15 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Çînê li ser hevkariya bi hikûmeta nû ya Îranê re

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê li bersiva gotara serokomarê bijartî yê Îranê li bara siyaseta derveyî û peywendiyên bi Pekenê re, ragihand ku Çîn amade ye bi hikûmeta nû ya Komara Islamî ya Îranê re hevkariyê bike ta ku beşdariya istiratêjîk a giştalî ya her du welatan ji bo pêşketinê, serê xwe bigire.

Lîn Ciyan bal kişand ser wê yekê ku Çîn û Îran xwedî dîrokeke dûr û dirêj a danûstandinên dostane ne û got: Ji destpêka damezrandina peywendiyên dîplomatîk ku zêdetir ji nîv sedsalan jê derbas bûye, têkiliyên dualî, pêşkeftina xwe ya saxlem û bi îstîqrar parastiye.Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê got: Têhran û Peken li hemberî şert û mercên aloz ên navçeyî û navneteweyî hertim piştgirî û hevkarî bi hev re kirine û her wiha bi berdewamî bawerîya dualî ya stratîjîk xurt kirine, li warên curbicur danûstendin û hevkarî kirine û wan peywendî û hevahengiyeke baş di karûbarên navçeyî û navnetewî de pêk anîne.Êlîn Ciyan got: Ev peywendiyên hanê ne tenê ser xêra gelên Çîn û Îranê ne, belke bi awayekî erênî alîkariya pêşdebirina aşitî û aramiya navçeyî û cîhanî jî kirine.

Serepeyv