Tîrmeh 15, 2024 07:48 Asia/Tehran
  • Hişyariya Rûsiyê derbarê dûhatên kiryarên neberpirsiyarane yên Îsraîlê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê hişyarî da ku kiryarên neberpirsiyarae yên Îsraîlê derheq êrişa ser Sûriyê dê bibe sedema berfirehbûna şer û pevçûnan li li Rojava Asiyayê.

Mariya Zaxarova"berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê li hevpeyvînekê de tevî şermezarkirina  êrişên dubare yên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê got: Navçeya rojavaya Asyayê piştî êrişa artêşa Israîlê  ser  Avahiya konsulxaneya Îranê li Şamê (1ê Nîsanê) giheştibû ber şerekî mezin.

Zaxarovayê tekez kir ku divê Îsraîl xwe ji kiryarên hovane yên li dijî Sûriyê dûr bixe û rêzê li erf û edetên navneteweyî bigire da ku rê li ber dûhatên wê yên cidî bigire.

Wê her wiha got: Kiryarên neberpirsiyarane yên Îsraîlê îhtîmala şerekî çekdarî li rojavaya Asyayê zêde dike û navçê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dikişîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê destnîşan kir ku şirîkê stratejîk ê Îsraîlê Amerîka û hevalbendên wê yên rojavayî li hemberî alûgurên i rojavayê Asyayê bêdeng in û êrişên mûşekî û bombebarana dubare wek rastiyeke rastîn qebûl dikin.

Rejîma Siyonîst di salên derbasbûyî de çendîn caran êrişî Şamê û navçeyên curbicur ên Sûriyê kiriye ku piraniya van êrişan bi destwerdana biwext a berevaniya hewayî hatine pûçkirin.

 

Serepeyv