Tîrmeh 13, 2024 20:12 Asia/Tehran

Hefteyek ji hilbijartina parlimana Fransayê derbas dibe, hilbijartina ku bûye edema xitimîna sîyasî li vî welatî û di halekî da ku tenê 2 hefte ji bo Pêşbirkên olempîka Parîsê mane, nakokîyên di navbera partîyan da didomin û rayedar derbara destpêbûna dubare ya alozîyan da dilnigeran in.

Partîyên rastgir û çepgir li Fransayê idia dikin ku di hilbijartinê da ser ketine û ev di halekî da ye ku Emanuel Mekron Serokomarê Fransayê pêgirîyê dike ku ti alîyek di hilbijartinê da ser neketîye.

Di vê navberê da partîyên navînrê ku kursîyên xwe li parlimanê ji dest dane, hewil didin nakokîyan ji holê rakin, lê wer xûya dike ku ti alîyek hez nake v yeka serê xwe bigire.

Li gorî qanûna meclisa netewî ya Fransayê, meclis bi pêkhateya xwe ya nû divê di 18ê Tîrmehê da ji bo cara yekê bicive û parlimanter hewil bidin serokê meclisê di atmosfereke nebûna pêbawerîyê ya kûr û nearamîyên netewî da bidin nasandin.

Bereya Gelanî ya Nû ku hevalbendîyeke Çepgiran e û pirranîya kursîyan di hilbijartian vê dawîyê da bi dest xist û nekarî pirranîya kursîyan bi dest bixe idia dike ku serketîya hilbijartinê ye û soz daye ku serokwezîr ji nav endamên xwe va bide nasandin lê li ser kesekî dîyar û bi dilê gişkan li hev nekirine.

Çavdêr û pispor dibêjin ku Fransa nika pêrgî çend xitimînan û asêbûnan bûye û xitimîna sîyasî ya vê dawîyê bere berê Pêşbirkên Olempîka Parîsê ev welata felec kirîye.

Nika rewşa sîyasî ya Fransayê ji ber lîstika bitaluke ya serokomarê vî welatî ji bo lidarxistina hilbijartina zûdem û bêbiryarîya sîyasî aloz e û ev rewşa bûye sebeb ku gellek kes derheq lidarxistina serkevtî ya Olempîkê di nav şik û gumanê da bin.