Tîrmeh 11, 2024 16:27 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Rojava jibo parastina serweriya xwe ser cîhanê zordariyê dike û bertîlê distîne

Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê li axiftina xwe ya di civîna giştî ya civata dehem a parlemanê ya Brîksê li Sen Petersburgê de got: Mebesta Rûsiyê wek serokê dewrê yê Brîksê, ew e ku rewşê bo geşepêdana gişt beşdaran dabîn bike.

Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de destnîşan kir: Armanca sereke ya serokatiya niha ya Rûsiyê ser  vê encumendê ew e ku şert û mercên herî guncaw ji bo geşepêdan û pêşketina hemû beşdarên wê dabîn bike.

Pûtîn got ku Rûsiye fêm dike ku pêkanîna sîstemeke cîhanî ya ku rewşa rastîn  ya karûbaran nîşan bide pêvajoyek tevlihev û zehmet e. 

Wî eşkere kir: Rojava ji bo parastina serweriya xwe ser  cîhanê zordariyê dike û bertîlê distîne.

Rojava ji bo her rewşê qanûnan kivş dike da ku ser xêra wan kesan be ku xwe di kevneşopiyên herî baş ên kolonyalîstî  de  taybet û cuda dihesibînin, di halekî de ku endamên Brîksê bi  mentiq û potansiyelên xwe qanûnên rojavayaî rexne dikin.

Wî got: Berçavgirtina berjewendîyên hev û pabendiya bi demokrasîyê yek ji prensîbên peywendîyên welatên endamê Brîksê ye û Brkîs dê jibo kêmkirina kêşeyên cîhanî her karekî bike.

 

Serepeyv