Tîrmeh 02, 2024 20:28 Asia/Tehran
  • 130 bajarok di encama êrişa Hizbullaha Libnanê ser bakûrê Filistîna Dagirbûyî kawil bûn

Medyayên Siyonîst bi raberkirina amarek ji asta xisarên di encama êrişên Berxwedana Libnanê da, ragihandin ku operasiyona bi mûşek û xwefiran a Hizbullahê ser bakûrê Filistîna Dagirbûyî, 130 bajarokên siyonîstnişîn kawil kirine.

Hezar û 23 avahî û navendên binesaziyê jî ketin ber êrişên bi mûşek û xwefiran a Hizbullaha Libnanê li bakûrê Erdên Dagirkirî û derbe li wan ketiye.Wezareta cengê ya Rejîma Siyonîst berî nika amajeyî bandora êrişên berdewam ên şervanên Berxwedana Libnanê ser pêgehên artêşê û bajarokên siyonîstnişîn kir û ragihand ku ji dema destpêbûna êrişên Berxwedana Libnanê ve derbeyên giran li 930 mal û avahiyên siyonîstan li 86 bajarokên siyonîstnişîn ketine.Li gorî ragihandina wezareta cengê ya Rejîma Siyonîst ji dema destpêbûna şerrê bi Hizbullahê re, derbe li 124 malan li bajaroka siyonîstnişîn a Keriyat Şemûneyê jî ketine.Heta nika bi dehan hezar siyonîst ji tirsa êrişên Berxwedanê ji bajarokên nêzî sînorên Libnanê derketine.

Serepeyv