Hezîran 19, 2024 08:00 Asia/Tehran
  • Sinatorê amerîkî: Divê Waşîngton desthilata xwe ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê bikar bîne

Bernie Sanders, Sinatorê serbixwe yê eyaleta Vermontê di peyamekê de tekezî li ser wê yekê kir ku divê Waşington bandora xwe ji bo bidawîkirina şerê Îsraîlê li dijî xelkê bêguneh ê Xezeyê bikar bîne.

Sênders tekez kir: Divê Waşington dev ji her cure alîkariyên leşkerî yên ji bo Îsraîlê berde.

Ji ber vê yekê ez ji hikûmeta  Co Biden daxwaz dikim ku ji  Netanyahu daxwaz bike ku alîkariyan  bêyî tu berbendekê bişîne  bo xelkê bê berevan ê Xezeyê. 

Sinatorê serbixwe yê Senaya Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got ku kabîneya Netanyahû binesaziya Xezeyê  bi taybetî şebekeyên av û şêlavê wêran kiriye û got: Divê Amerîka rêzê negre li kesên ku birçîbûna zarokan weke çekê şer bi kar tînin.Sênderz her wiha tekez kir: Hejmara zêde ya qurbaniyan û kavliyan nîşan didin ku  çima Netanyahu bi cinayetên cengê hatiye tawanbarkirin.

 

Serepeyv