Azirandina cinsî li dibistanên Îngilîsê
Li gorî rapirsiya hevpar a Yekîtiya Karmendên Perwerdehiyê li Îngilîsê, çar yekê kadroyên lîseyên vî welatî di 5 salên buhurî da, bûne şahidê azirandina cinsî di van dibistanan da.
Ev rapora bi piştrastkirina jordaçûna azirandina cinsî ya li dibistanên Îngilîsê da, ji zarê kadroyên jin di lîseyên Îngilîsê da hatiye ragihand ku ew bi caran ji aliyê xwendevanên kur yan kadroyên mêr ve ketine ber azirandina ji hêla cinsî ve.Li gorî nivîsara Gardiyenê, sedî 42`ê kadroyên ku hatine azirandin dibêjin ev yeka negotine tu kesî ji ber ku vê yekê karekî bê encam dizanin.Vê rojnameyê herwiha ragihand: Piştî tevgera Hûn hemû hatine vexwendin, ku di sala 2021`ê da ji kadroyên dibistanan li Îngilîsê hat xwestin, azirandina cinsî di van dibistana da ragihînin, çavlirê bû ev diyardeya nebaş kêm bibe, lê nika kivş bûye rewş neguheriye û li hin deran zêde jî bûye.