Hezîran 09, 2024 19:47 Asia/Tehran
  • Borêl: Divê himama xwînê li Xezzê demlidest bi dawî were

Berpirsê siyaseta derveyî ya YE`yê ji bilî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Kempa Nuseyratê destnîşan kir ku divê demlidest gola xwînê ya ku di vê navçeyê da bi dawî were.

Cozêf Borêl got: raporên ku ji Xezzê digihîjin destê me nîşan didin ku sivîl di vê navçeyê da bi awayekî bidehşet tên kuştin û em vê operasiyonê bi tundî şermezar dikin.Raportêra taybet a mafên mirovan a NY li Erdên Dagîrkirî jî got: Nabe ku azadiya girtiyên îsraîlî bibe sedem zêde ji 200 filistînî werin kuştin û zêde ji 400 kesên din jî birîndar bibin û kamiyonên alîkarîgîhandinê ji bo vê cinayetê werin bikaranîn. Firançêska Albanêz got: Rejîma Siyonîst ji girtiyên xwe bona rewanîşandayîna jînûsayda filistîniyan li Xezzê û birçîhîştina wan sûd werdigire û di eynî demê da destdirêjî û cinayetên dijî filistîniyan li navçeyên din ên dagirbûyî jî girantir dike.

Serepeyv