Hezîran 08, 2024 08:42 Asia/Tehran
  • Sêndêrs: Binyamîn Netanyahu cinayetkarê cengê ye

Endamê Senaya Amerîkayê,Serokwezîrê Rejîma Siyonîstcinayetkarê cengê bi nav kir.

Bernî Sênders, endamê  Meclisa Sinaya Amerîkayê ragehan dku Binyamîn Nêtanyahû serokwezrê Îsraîlê cinayetkarê cengê ye û bê guman ew di merasîma  axiftina Nêtanyahû li kongireyê de beşdar nebe. Wî du rojan berî niha jî dijberiya xwe li himber vexwendina serokwezîrê Rejîam siyonîst bo axiftina li kongireya Amerîkayê dubare kir û got: Serokê parlemana nunerana vî welatî divê bibêje ku çima sebebkarê kuştina nêzîkî 37 hezar filistîniyan vexwendiye kongireyê. 

Bi derbasbûna zêdetirî heşt mehan ji destpêbûna destdirêjiya bê encam û destkeftî ya Rejîam siyonîst ser zîvala Xezeyê, ev rejîma roj bi rojê zêdetir nuqmî qeyranên xwe yên navxweyî û derveyî dibe. 

Wezareta Tendrsutiyê ya ya Filistînê li Xezeyê ragihand  ku amara şehîdên Xezeyê ji 7 Cotmehê ve heta niha rabûye 36 hezar û 731 kesî û amara birîndaran jî gihêştiye 83 hezar û 530 kesî. 

Serepeyv