May 25, 2024 08:15 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê girtina pêşiya şandina alîkariyên mirovî û kuştina xebatkarên alîkariyê şermezar kir

Konseya ewlehiyê ya NY roja Înê bi pejirandina biryarnameyekê girtina pêşiya neqanûnî ya şandina alîkariyên mirovî bi tundî şermezar kir û bang li hemû welatan kir ku rêzê li karmend û xebatkarên alîkariyê yên NY li seranserê cîhanê bigirin û wan biparêzin.

Pêşnûmeya vê biryarnameyê ji aliyê Swîsrayê ve hatibû pêşkêşkirin û 14 endamên Konseya Ewlehiyê dengê erê dan wê.

Di halekî de ku  NY derarê  xelayê li Zîvala Xezeyê hişyarî daye, Rejîma Siyonîst jî di bin zexta navneteweyî de ye ku rê bide alîkariyên zêdetir ber bi vê zîvalê ve bên şandin.Xanima Paskal Brîsvil nûner û balyoza hertimî ya Swîsrayê li NY got: Ev biryar ne li ser rewşek taybetî ye, belkî li ser hemû xebatkarên alîkariyê li seranserê cîhanêye. 

xanim Ondina Blukar, cîgira balyoa daîmî  ya  Slovoniyê li NY got: Gelek xebatkarên alîkariyê yên ku li Xezeyê hatin kuştin xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) bûn. Ji ber vê yekê divê li Xezeyê ewlehî  pêk were  da ku alîkariya mirovî  bigihêje xelkê Xezeyê.

Serepeyv