May 22, 2024 10:47 Asia/Tehran
  • Bîranîna Şehîd Ayetullah Reîsî û rêhevalên wî yên li Iraq, Sûriye, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Tanzanya û welatên din

Berpirsên siyasî û xelkên welatên curbicur ên weke Iraq, Sûriye, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Tanzanya û hin welatên din bi boneya şehîdbûna Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û hevrêyên wî, merasimên bîranînê li dar xistin.

Merasîma sersaxî û şehadeta Seyîd Îbrahîm Reîsî serokomarê  Îranê û şanda pê re li bajarên cuda yên Iraqê ji wan Bexda, Mûsil, Necefa Eşref û Kerbelaya Muella birêve çû.Li  konsûlxaneyaya Komara Îslamî ya Îranê li welatên Sûriye, Lubnan, Pakistan û Tirkiyê, merasima tazidarîya şehadeta Seyîd Îbrahîm Reîsî serokomarê nemir ê Îranê û şanda pê re jî hat lidarxistin.

Her wiha mezin û giregirên civatên cuda, xwendekarên navendên zanîngehan, telebeyên navendên Îslamî yên Tanzanyayê jî di merasima bibîranîna şehîdên  xizmetguzariyê konsûlxana çandî ya Îranê de li Dar ul Selamê de amade bûn  û bi xwendna quranê û duaya bo şehîdên xizmetguzariyê, rêz li serokkomarê şehîd û hevriyên wî girtin. 

Serkirdeyên partiyan, balyoz, nûner û şêwirmendên leşkerî û siyasî yên Tirkiyê û welatên dûr û nêzîk ji parzemînên cuda yên cîhanê, bi amadebûna li Balyozxaneya Îranê li Enqerê, hest û hevxemiya xwe bi xelkê welatê xwe li nivîsgeha bîranîna şehîdên xzmetguzariyê tomar kirin.

 

 

Serepeyv