Dengvedana şehadeta Ayetullah Reîsî li nav medyayên rojavayî de
Şehadeta Ayetollah Seyîd Îbrahîm Reyîsî û şanda pê re, bi awayekî berfireh li nav medyayê rojavayî û cîhanê de deng vedaye.
Reutersê di rapotekê de nûçeya şehadeta Ayetullah reîsî di encama jordeketina helîkopterê de weşand û nivîsî:
Rayedarekî Îranî roja Duşemê piştî peydakirina pirtiyên helîkopterê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilatî got: Ayetollah Seyîd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê û wezîrê karên derve di encama ketina helîkopterekê li deverên çiyayî û di nava mij û dûmanê de şehîd bûn.
Associated Press jî ev bûyera diltezîn weşand û nivîsî: Medyayên Îranê ragihandin ku piştî çend sietan lêgerînê li navça mij û çiyayî ya bakurê rojavayê Îranê, termên serokomar, wezîrê karên derve û çend rayedarên din hatin dîtin.
Associated Press nivîsî: Televîzyona fermî ya Îranê ti sedemeke bilez ji bo jordeketina helîkopterê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî raneghandiye.
Sky Newsê ragihand: Ayetullah Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê di encama ketina helîkopterê de canê xwe ji dest da. Vê medyay her wiha ragihand: Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê ji medyaya dewletê re ragihand ku bi hilatina rojê, rizgarkeran pirtiyên helîkopterê peyda kirine.
Malpera Axios a Amerîkî, li gorî rapora medyaya dewleta Îranê, nûçeya şehîdbûna serokomar, wezîrê karên derve û rayedarên din ên Îranê di encama ketina helîkopterê de belav kir.
ABC News, CNN û rojnameyaGuardian jî nûçeya şehîdbûna Serokomarê Îranê û şanda pê re li encama jordeketina helîkopterê belav kirin.
Rojnameya The Guardiaên nivîsî: Hîn ti rapotek bilez ser sedema jordeketina helîkopterê tune ye
.