Nîsan 01, 2024 08:09 Asia/Tehran
  • UNICEF: Cîhan tenê temaşeyî êş û birçîbûna zarokên Xezeyê dike

Berdevkê Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) hişyarî da ku zarokên Xezeyê tim ji ber dûhatên bi xof ên şer û birçîtiyê îza dibin û cîhan tenê li rewşa wan temaşe dike.

Cêyms  Êldêr Berdevkê UNICEF'ê got: Hîna agirbes li Xezeyê pêk nehatiye û zarokên vê herêmê hîn jî bi bi dûhatên bi xof ên şer û birçîbûnê re rû bi rû ne.

Eva di halekî de ye k cîhan tenê lê temaşe dike,  û ger li Xezeyê demlidest agirbes pêk neyê, zarokên Xezeyê hêdî hêdî li ber çavên cîhanê  can didin û jiyana bi hezaran zarokan li Xeeyê girêdayî ye bi tevgera demlidest jibo rizgarkirina wan. 

Vê saziya navdewletî tekez kir: Bi îhtimaleke zêde  hejmareke zêde ji zarokên Xezeyê li çend nexweşxaneyan hîna jî hewil didin zindîbimînin eva di halkeî de ye ku  zarokên bakurê Xezeyê bi temamî ji wergirtina her xizmetên tendirustî û pizîşkî bêpar mane.

Lêkolînên UNICEF û Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî li bakurê Xezeyê nîşan didin ku nêzîkî sedî 16 ji zarokên vê deverê  rastî birçîbûneke giran hatine.

Serepeyv