Adar 02, 2024 16:17 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Kûbayê: Divê hikûmeta Amerîkayê dest ji reftarên xwe yên bi dûrûtî li hember Xezeyê berde

Serokkomarê Kûbayê got: Kûba tu carî li hember cهnayeteke wisa mezin bêdeng namîne û dê tevlî kempênya cîhanî ya piştevaniya ji gelê Filistînê bibe û daxwaza rawestandina jînosayda Îsraîlê li Xezeyê dike.

Serokkomarê Kûubayê bêdengiya civaka cîhanî li hember jînosayda li Zîvala Xezeyê û hewlnedana  jibo rawestandina wê şermezar kir û got:

Hey dostên me li cîhanê û vwelatiyên me  li Kûbayê, ji pênc mehan berî niha ve, mirovatî bûye şehedê  Holokasteke nû  ya bi xof.

Zîvala Xezeyê, mezintirîn zîndana servekirî ya cîhanê û ku nêzîkî du milyon kes lê dijîn, ji ber êrişên esmanî yên berdewam ên Îsraîlê veguheriye kampeke jînosaydê. 

Wî got: Kûba tu carî li hember cinayeteke  bi vê mezinahîyê bêdeng namane û tevlî kempênya cîhanî ya piştgiriya ji gelê Filistînê dibe û daxwaza rawestandina jînosayda Îsraîlê li Xezeyê dike.

Hovîtî, heqaret û revîna ji cezayê  bes e û divê  kuştina xelkê sivîl  û taybetî ya zarok, jin, kal û pîr û xebatkarên beşên mirovheziyê  bê rawestandin. 

Tu tişt, binpêkirina xeternak a qanûnên navneteweyî û yasayên mirovî ya navneteweyî  ku li Zîvala  Xezeyê û Rexê Rojava diqewim, nikare pîne ke. 

 

Serepeyv