Sibat 24, 2024 09:08 Asia/Tehran
  • Daxwaza xwenîşanderên ingîlîzî jibo derxistina balyozê Rejîma Siyonîst

Îngîlîzan bi xwenîşandana li ber mala balyozê Rejîma Siyonîst li Londonê, ji ber piştrastkirina jînosayda filistîniyan li Xezeyê, daxwaza derxistina wî kirin.

Ev xwenîşandan ser daxwaza Rêxistina Navnetewî ya Cihûyan  dijî Siyonîsmê hate lidarxistin û vê rêxistinê pêştir daxwaznameyek pêşkêşî polîsên Brîtanya kiribû ku balyozê Israîlê li Londonê bê girtin û radestî dadgeha navnetewî ya Cezayê bê kirin.Sam Vênsîntên endamê Rêxistina Navnetewî ya Cihûyan dijî Siyonîzmê got:

Me peyamek ji polîsê Inglîzê re şand da ku derbarê  daxwaza me ya girtina balyozê Israîlê li Londonê şiroveyan bide, lê me tu bersiv wernegirt, lê emê kempêyna xwe berdewam bikin û em ji cîhanê dixwazin ku  haje  vê helwêstê hebe.

 

Serepeyv