Sibat 17, 2024 09:02 Asia/Tehran
  • Biryara Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê û berteka Hamasê

Dîwana navneteweyî ya dadweriyê ragihand: Alûgurên vê dawiyê yên li zîvala Xezeyê bi taybet li Refehê dê kabûseke mirovî ya bi encamên xirab, zêdetir bike.

Dîwana  Navdewletî Ya Dadweriyê ji Rejîma Siyonîst xwest ku bila tedbîrên berê yên vê dadgehê ji bo piştgriya ji sivîlên filistînî li zîvala Xezeyê cih bîne.

Dadgeha Laheyê rewşa mirovî li Zîvala Xezeyê û ji wan bajarê Refehê pir xirab da zanîn û û bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst divê li gorî peymana Qedexekirina jînosaydê berpirsiyariyên xwe tam cih bîne.Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li daxûyaniyekê ji dadgeha Laheyê xwest ku vê biryarê veguherîne fermanek rasterast û zelal ji bo rawestandina êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî sivîlên bêberevan ên Xezeyê û vê rejîmê neçar bike li himber cinayetên xwe bersivê bide.Hemasêgot: Ji dema dayîna biryara dadgeha navneteweyî ya dadweriyê li dijî Rêjîma Siyonîst heya niha zêde ji 2700 filistînî şehîd bûne ku ev yek jî nîşana xemsariya vê rejîmê li himber pergala dadweriya navneteweyî ye. Vê tevgerê her wiha ji Konseya Ewlehiyê xwest ku berpirsyariya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê bigire istûyê  xwe û pêşiya belavbûna karesata mirovî li bajarê qerebalix ê Refehê bigire.

Serepeyv