Sibat 16, 2024 09:07 Asia/Tehran
  • Mercên Stoltenberg ji bo endamtiya Ukraynê li NATOyê

Sekreterê Giştî yê NATOyê got: Heger hemû endam piştgiriyê bidin endamtiya Ukraynê li nav NATOyê , dê Kiyev ji bo endametiya nav vê hevpeymaniyê were vexwendin.

Yens Stoltenberg bal kişand ser dijberiya Komarîxwazan li hember pakêta alîkariyên darayî bo Ukrayn, Taywan û Rêjîma Siyonîst û hişyarî da û got:

Tişta ku îro li Ukraynê diqewime, dibe ku sibe were serê Taywanê, lewma ev mijar ji bo ewlehiya me û Amerîkayê girîng e. Hêvîdar im ku  ev mijar di piraniya biryaran de, di kongreya Amerîkayê de jî were berçavgirtin.

Stoltenberg tekez kir ku komek hevpeymanên NATOyê hewl didin milyonek firokeyên bê firokevan bidin Ukraynê û 20 welatan li hev kirine ku hevpeymaniyek ji bo bêbandorkirina mayînan pêk bînin.Sekreterê Giştî yê NATOyê her wiha diyar kir ku ji sedî 99ê alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynê ji aliyê NATOyê ve bûne

 

Serepeyv