Sibat 15, 2024 16:56 Asia/Tehran
  • Komîseriya Bilind a UNRWAyê: Lawazbûna UNRWAyê dê dûhatên pir xirab hebe

Komîsyaryayê Bilind ê Ajansa Alîkarî û Kar bo awareyên Filistînî (UNRWA) bal kişand ser vê yekê ku rawestandina alîkariyên15 welatan dê bandorek xerab ser xizmetguzariyên UNRWAyê hebe û got: lawazbûna vê ajansê dê encamên gelek xirab hebe.

 

Fîlîp Lazarini tekez kir ku jinavbirina UNRWAyê dê bibe sedem filistînî ji aliyê  ji aliyê civaka navdewletî ve bên tehqîrkirin.Wî diyar kir ku ger alîkarîyên nû neyên kirin dê operasyona me rastî  kêmasiya dabînkirina aboriyê di meha Nîsanê de were. 

Vî berpirsê ajansê ji Rejîma Siyonîst xwest ku bila derbarê tawanên  ku li dijî  xebatkarên UNRWAyê xistine rojevê bi vê ajansê re hevkarîyê bike û hemî agahîyan xwe ji ajansê re bişînin.

Wî her wiha tekez kir ku lawazkirina  ajansê û jinavbirina wê dê encamên gelek nerênî hebin.

Lazarini got  ku rawestandina alîkariyên 15 welatan bo UNRWA dê bandorê li hemû kar û xizmetguzariyên vê ajansê bike.

Vî berpirsê UNRWAyê pêşwaziya kiryara Îrlanda û hinek welatên  Ewropayê di berdewamkirina alîkariyên aborî bo UNRWAyê kir û ew wek peyamekê ji bo welatên din nirxand.

Serepeyv