Civata Misilmanên Amerîkî: Biden tevî ku Îsraîlê rexne dike, li jînosayda li Xezeyê jî dest heye
Civata Pêwendiyên Amerîkî-Îslamî newekhevî û dûrûtiya li reftar û axaftina Serokkomarê Amerîkayê Joe Biden derbarê Xezeyê rexne kir.
Serokkomarê Amerîkayê şeva buhurî di civîneke çapemeniyê de li xwe mikur hat ku operasyona leşkerî ya Îsraîlê li Xezeyê zêde bûye.
Konseya Têkiliyên Amerîkî-Îslamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her çend ku hikûmeta Biden rexneyên xwederbarê şerê Îsraîlê li Xezeyê zêde kiriye lê van gotinan helêwsta bingehîn a piştgiriya Amerîkayê ya ji Îsraîlê neguherandiye.
Vê konseyê her wiha diyar kir: Hikûmeta Biden çavdêrekî pasîf li jînosayda li Xezeyê nîne, belkî şîdetan gurtir dike û ger serokkomar bixwaze dikare bi telefonekê dawî li vê mijarê bîne.
Di heyama zêdetir ji 4 mehan de ku ji şerê Xezeyê derbas dibe, Amerîka piştevanê sereke yê Rejîma Siyonîst bûye. Di vî şerî de nêzîkî 28 hezar filistînî şehîd bûne û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne û sedî 80ê xelkê vê deverê jî aware û mişext bûne.