Çile 27, 2024 09:20 Asia/Tehran
  • Rûsya: Em çavlirê bûn Dîwana Dadweriyê ya Navdewletî şîdeta li Xezayê rawestîne

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê wek berteka li himber dayîna hukma destpêkê ya Dîwana Dadweriyê ya Navdewletî li bara dosiya Afrîqaya Başûr li dijî Rejîma Siyonîst got: Hukmê vê dadgehê mijara jînosayda li Xezeyê îsbat dike. Îsraîl, lê em çavli rê bûn ku ev dîwan di hikmê xwe de bi lez tundî û dijminatiya li Xezeyê rawestîne.

Mariya Zaxarova  duh îniyê got : Berovajî gelek çavrêtiyan herçend ev  hukmê destpêkê,  Îsraîlê ji rawestandina şer û derxistina hêzên Israîlî ji zîvala Xezeyê  îlzamî  û pêwîst nake,  lê hikmê destpêkê ya vê Dadgeha Navdewletî amaje bi berfirehiya êş û azarên xelkê sivîl ên Xezeyê mijara jînosayda li vê navçeya  Filistînê piştrast dike.

Wê her wiha pêşwazî kir ji xalên  hukmê  destpêkê ya Dîwana Dadweriyê  ku ferman daye Îsraîlê ku  jînosaydê cih neyne û gîahndina demlidest a alîkariyên mirovî û gîahndina xizmetguzariyên giştî bo zîvala Xezeyê misoger bike. 

  Zaxarovayê tekez kir ku helwesta Rûsyê bilez rawestandina tundûtûjiyê ye ûgot: Ev helwesta Moskoyê li ser bingeha  qayîde qirarên mafên navnteweyî û li gor exlaqê ye. 

 

Serepeyv