Çile 27, 2024 07:23 Asia/Tehran
  • Bertekên navneteweyî li hember hikmê dadgeha Laheyê li dijî Rejîma Siyonîst

Welat, kesayetiyên siyasî û saziyên navneteweyî li hember hikmê dîrokî ya Dadgeha Laheyê li dijî jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezeyê bertek nîşan dan.

Piştî ku Dîwana dadweriyê ya Navdewletî duh dengê xwe ya destpêkê derbarê dosiya ku Afrîqaya Başûr li dijî Rejîma Siyonîst bi tawana jînosaydê, vekiriye, ragihand, Serokkomarê Afrîqaya Başûr, Sîrîl Ramafoza got: Biryara Dîwana Dadweriyê ya Navneteweyî selimand ku mafê me heye ku em li dijî Îsraîlê dozê vekirin.

 Her wiha Husêyn Emîrabdollahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî pêşwazî li vê hikmê dadgehê ya derbarê jînosayda Rejîma Siyonîst kir û got:

Serkeftina Afrîqaya Başûr li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bo vekirina dozê li dijî Rejîma Siyonîst li  hikûmet û gelê Efrîqaya Başûr, gelê Filistînê û xanim Naldî Pandûr wezîrê karên derve yê vî welatî pîroz dikim.

Komên filistînî yên Teşkîlata Xweîdareker û Hemasê  jî pêşwazî li hikmê  dadgeha Laheyê li dijî Rejîma Siyonîst kirin û tekez kirin ku ev biryar sûcên têkildarî kkomkujiya filistîniyan ji aliyê Îsraîlê ve îsbat kir û ev yek tê wateya pêwîstiya rawestandina her cure destdirêjiyê  ser gelê  Filistînê li Xezeyê. 

Sekreterê Giştî yê  NY, rayedarên gelek welatên cîhanê ji wan Pakistan, Qeter, Erebistana Siûdî, balyozê Filistînê li NY û Wezîrê Karên Derve yê Îrlandê jî ji vê hikmê  dadgehê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji Civata navneteweyî xwestin ku ji bo rawestana li ber cinayetên siyonîstan, sînorekê diyar bike û Misrê jî ji vê rejîmê xwest ku bi cihanîna bilez hemû kiryarên ku di biryara Dadgeha Navdewletî ya Dadweriyê de li Laheyê hatine baskirin, li gor  qanûnên navneteweyî û mafên navneteweyî yên mirovheziyê tevbigere.

Serepeyv