Çile 11, 2024 09:36 Asia/Tehran
  • Amara erdhejên li Japonyayê: 203 kes mirine

آآHejmara kesên di erdhejên li Japonyê de mirine, roj bi rojê zêde dibe. Hejmara dawî ya kesên di encama erdhejan demirine bû 203.

Walîtiya Eyaleta Îşikawa bi daxuyaniyekê diyar kir ku hejmara kesên di erdheja Japonک ku di 1’ê Çileyê de bi pileya 7,6 de jiyana xwe ji dest dane bû 203 kesan.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku li tevahî herêmê ji ber erdhejê di encama birîndarbûnên cuda de 566 kes tedawiyê dibînin, zanyariya ku ji 68 kesan xeber nayê girtin hat parvekirin.

Serokê Parastina JaponکKihara Minoru di daxuyaniyê de da zanîn ku 6 hezar û 300 personelên hêzên parastina cewherî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgariyê li herêmê bûne. Di nîvgirava Notayê ku germahiya hewayê nêzî 3 sandîgirat derece xebatên rizgariyê bênavber berdewam dike.

 

Serepeyv