Xwepêşandan li ber navenda IPEC li Waşengtonê
Hejmarek ji çalakvanan roja îniyê li ber nivîsgeha Komîteya Karûbarên Giştî ya Amerîkî-Îsraîlî nasiyar bi IPEC li Waşengtonê xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xistin.
Beşdarên vê meşê êriş û bombebarana artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ku ku di encamê de zêdetir ji 21 hezar û 500 welatiyên filistînî canê xwe ji dest dane, şermezar kirin.Bajarê Oklenda Newzîlendê jî roja Îniyê bû qada xwenîşandanek ji bo ragihandina piştgirî û hevgirtina bi gelê Filistînê re.
Xelkê bajarê OKlendê li vê xwenîşandana nerazîbûnê, tevî ragihandina piştgirî û hevgirtina xwe bi gelê Filistînê re , daxwaza rawestandina şer û êrişa leşkerî ya artêşa Rejîma siyonîst ser zîvala Xezeyê kirin.
Beşdarên vê meşê bi hilgirtina alayên Filistînê, li ser bidawîhatina dagîrkeriya Rejîma Siyonîst û azadiya Filistînê teqez kirin û her wiha piştgirî û hevgirtina xwe ji filistîniyan nîşan dan û ji Rejîma Siyonîst xwestin ku êrişa eskerî ser Zîvala Xezeyê bi dawî bîne û kuştina mirovên bêguneh li vê navçeyê rawestîne.