Dadgeha Bilind a Amerîkayê daxwaza Trump red kir
Bi hikmê Dadgeha Bilind a Amerîkayê dadgehên din dikarin hilkolandina dozên li dijî Trump berdewam bikin. Donald Trump bi hewldana jibo betalkirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an hatiye tawanbarkirin.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê duh ragihand ku naxwaze demlidest derbarê vê îdiaya Donald Trump Serokkomarê berê yê Amerîkayê ku dibêje nikarin wî mehkeme bikin, biryarê bide.
Bi vê biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê, dadgehên din dikarin hilkolandina dozên li dijî Trump bedewam bikin.
Donald Trump bi hewldana jibo betalkirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an hatiye tawanbarkirin.
Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê piştî wê yekê tê dayîn ku koma parêzerên Trump daxwaza bilezkirina vê daxwaza Serokkomarê berê yê Amerîkayê derbarê parêzbendiya dadweriyê kiribûn.
Biryar e dadgehkirina Trump di meha adarê de dest were destpêkirin.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê bi dayîna dengeke yek rûpelî bêî şiroveyên zêdetir, nêrîna xwe ragihand.