Kanûn 14, 2023 16:33 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Piştî ku em bigihêjin armancên xwe, dê aştî li Ukraynê were bidestxistin

Serokkomarê Rûsyayê got: Aştî dê demekê hebe ku Rûsya armancên xwe li Ukraynê bi dest bîne.

Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê ragihand ku hêzên çekdar ên ûris operasyona leşkerî li Ukraynê didomînin da ku armancên Rûsyayê li Ukraynê ji bo jiçekkirina vî welatî û jinavbirina nazîsmê serê xwe bigirin.

Vladîmîr Pûtîn di dewamê da bi gotina vêya ku Rûsyayê dil tine ku erdên Ukraynê dagir bike, got: Armanca Rûsyayê parastina niştecihên ûris ên Ukraynê ye ku ji 8 sal berê va ketine ber azirandin û jenosayda rejîma Kiyêvê.

Serokkomarê Rûsyayê her wiha tevî amajeya bi westiyana li nav hevpeymanên rojavayî yên Ukraynê ji bo dewama alîkariyên leşkerî bo vî welatî bi behaneya şêrr li Ukraynê got: Wisa xuya dike ku alîakriya leşkerî ya welatên rojavayî bo Kiyêvê bi behaneya cengê teva dibe.

Welatên rojavayî nemaze Amerîkayê bi girankirina zext boykotan ser Federasyona Rûsyayê û raberkirina cûreyên çekên sivik û giran bo Kiyêvê, ne tenê pêngavek ji bo bidawîanîna şêrr li Ukraynê ranekirin, belkî zêdetir ji berê agirê pevçûnan li vî welatê gurrtir kirin.

Serepeyv