Kanûn 07, 2023 10:22 Asia/Tehran
  • Hişyariya Biden bo Kongresa Amerîkayê derbarê xemsariya di warê alîkariya bo Ukraynê

Serokkomarê Amerîkayê derbarê xemsariya kongreyê di warê pesendkirina alîkariyên darayî bo Ukraynê hişyarî da û got: Ev kar dê dûhatên giran hebe û cih û şûna serokkomarê Rûsiyê bihêz dike.

Joe Biden got: pir ecêb e ku Kongreyê heta niha bi dehan milyar dolar alîkariya aborî û leşkerî bo Ukraynê pesend nekiriye.Biden got: Komarîxwazên ku ser guhertina siyaseta sînorî ya Amerîkayê wek merca dengdana ji bo van alîkariyan pêgiriyê dikin, lîstikeke metirsîdar dikin û hitbara Amerîkayê li  cem hevpeymanên wê dixin xeterê.Serokomarê Amerîkayê ji bo piştgiriya Ukraynê û Rejîma Siyonîst û pêdiviyên din ên ewlehiyê daxwaza nêzîkî 106 milyar dolarî kiriye ku ji aliyê Kongreyê ve nehatiye pesendkirin.Amerîka heta niha nêzîkî 111 milyar dolar alîkarî û çek û rext bo Ukraynê  bona şerê bi Rûsiyê re şandiye û Komarîxwazên Kongreyê  bi rexnekirina berdewamiya piştevaniya Waşingtonê ji Kiyevê  her  cure daxwazek ji bo alîkariyên darayî ji Ukraynê re girêdayî bi sererastkirina siyasetên Amerîkayê di warê koçberî û sînoran daye zanîn.

Serepeyv