Betalkirina geştên esmanî yên balafirgeha Glaskoya Îngilîzê ji ber berfê
Kanûn 02, 2023 16:39 Asia/Tehran
Sermaya zêde û barîna berfa giran li piraniya deverên Îngilîzê bû sedem ku hemû seferên balafirgeha Gilaskoyê bên betalkirin û bi hezaran rêwî sergirdan bibin.
Berpirsên balafirgeha Glaskoya Inglîzê îro ragihandin ku ji ber barîna berfê hemû seferên vê balafirgehê hatine rawestandin.
Wêneyên ku li nav torên civakî hatine weşandin nîşan didin ku rêwiyên li Balafirgeha Glaskoyê sergirdan bûne û hêlên esmanî şîret lirêwiyên kirine ku bila ji rewşa firîna xwe piştrast bibin.
Balafirgeha Glaskoyê balafirgeha herî qelebalix a Skatlandê ye, ku her sal derdora 8,5 mîlyon rêwî ji riya wê sefer dikin.
Barîna berfê sîstema hatinûçûna bajarî ya vî bajarî jîrastî pirsgirêkê kiriye.