Mijdar 28, 2023 11:04 Asia/Tehran
  • Hişyariya Medvedev: Amerîka li dû bidestxistina pirtiyên çekên biyolojîk e

Cîgirê Serokê Encûmena ewlehiya Netewî ya Rûsyê di civînekê de derbarê rawestana li ber gefên nûjen ên ewlehiya biyolojîkî hişyarî da ku Amerîka li dû bidestxistina pirtiyên çekên biyolojîk e.

Dîmitrî Medvedev ragihand ku divê dezgehên ewlehiyê yên vî welatî û rêxistinên curbicur ên navneteweyî pêngavên bi bandor bona rawestana li ber bernameyên leşkerî-biyolojîk ên Amerîkayê ku hewl dide pirtiyên çekên biyolojîkî bidest bixe, hilînin.

Dîmitriî Medvedev her wiha got ku Amerîka bernameyên leşkerî-biyolojîk bona çêkirina patojenên û mîkro-organîzmayên  sexte yên xeternak berdewam dike.

Amerîka ji xeynî laboratûarên biyolojîkî ên curbicur  li axa xwe li cihên din ên cîhanê jî zêdetirî  200 laboratûwarên biyolojîk hene.

Herçend Amerîka endama konvansiyona Çekên Biyolojîk e, ku di sala 1972an de hatiye pesendkirin û ji sala 1975an ve cih hatiye, lê di pratîkê de ji pêşengên pêşxistina cureyên curbicur ên van çekên nemirovane tê hesabê. 

Serepeyv