Pêşwaziya Rûsiyê ji jordebirina cih û şûna navneteweyî ya Îranê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê bal kişand ser tevlêbûna Komara Îslamî ya Îranê nav rêxistinên navneteweyî yên Şanghay û BRICS`ê û got: Rûsiyê ji jordebirina cih û şûna navneteweyî ya Îranê pêşewzaiyê dike.
Sergî Riyabkov li kêleka 9'emîn civîna Primakovê li Moskoyê got: endametiya Komara Îslamî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî yên Şanghayê û BRICS`ê nîşana rola zêde û avaker a vî welatî li karûbarên navneteweyî ye.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê derbarê rola Komara Islamî ya Îranê li pêkhatina cîhanaçend cemserî got: Komara Islamî ya Îranê welatek e ku bi lez di halê heşatî û bi bandor li navçê ye ku xwedî berjewendiyên zelal ên neteweyî û peywendiyên berfireh e û pêşkeftinên mezin di warê teknolojiyê de heye.
Sergey Ryabkov bal kişand ser vê yekê ku tu asoeke erênî bo başbûna peywendiyên Rûsiya û Amerîkayê tine û got: Îmkana başkirina peywendiyên Waşîngton û Moskowayê piştî hilbijartinên serokkomariyê li Amerîkayê di sala 2024`an de pir lawaz e.
li 9`emîn civîna Primakov ku roja duşemiyê li Moskoyê bi mijara asoyên piştî cîhanîbûnê li Moskowê xebata xwe destpê kir,80 mêvanên biyanî ji 31 welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranêdest beşdar bûne û li ser pêkhatina cîhana çend cemserî gotûbêj kirin