Mijdar 27, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Bahoza berfê û bayê tund li hin welatên rojhilata Ewropayê alozî pêk anî û bû sedema mirin û birîndarbûna çend kesan

Destpêbûna zivistanê welatên Bulgaristan, Romanya, Moldavî û hin deverên Ukraynê xist nav aloziya  ji ber berfê Li Bulgaristanê ji ber  berfê li 4 navçeyan rewşa awarte hat ragihandin.

Serokwezîrê vî welatî Nîkolay Dênko ragihand ku niha hezar bajar bê kareba mane. 

Medyayên Bulgaristanê ragihandin ku li Sûfyaya paytextê vî welatî ji ber zirar dîtina kablan, karebaya  deverên başûrê bajêr qut bûye.

Di vê rewşa giran de sê kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Barîna berfê û şimitîna erdê jî li rojhilatê Romanyayê bû sedema  bêserûberiyeke zêde.

Rêxistina  Hewanasiyê ya Almanyayê jî  derbarê cemed û berga giran û  şimitînê hişyarî da. 

 

منبع خبر

Serepeyv