Mijdar 17, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Greva Yekitîya Ajokarên Trenan li Almanyayê; Bi dehan hezar rêwî sergerdan mane

Greva Yekitîya Ajokarên Trenan li Almanyayê bi hezaran servîsên Rêya Hesin ji wan trenên nav-bajarî, xizmetên navçeyî û xizmetên Metroyê li hejmareke bajarên vî welatî ji wan li Berlîn, Frankfûrt û Mûnîxê xiste bin bandora xwe û bû sebeb bi dehan hezar rêwî sergerdan bimînin.

Yekitiya GDL ku nûnera Ajoakrên Trenêli Almanyayêye ev grev piştî serneketina gotûbêja digel "Deutsche Bahn" (Dûyîçe Ban) anku Kompaniya Neteweyî ya Rêya Hesin li ser zêdekirina miaşan dest pê kir.

Yekitiya GDL daxwaz kiriye ku miaşa ajokarên trenê 555 Euro (593 Dolar) di mehê da were zêdekirin û Padaşa 3000 Euro (3259 Dolar) jibo alîkariya bo ajokaran di şert û mercên zêdebûna enflasyonê da were terxankirin. Ev yekitî her wiha bi dû kêmkirina saetên kar ên hefteyê ji 38 saetan bo 35 saetan bêyî kêmkirina miaşan e. Kompaniya "Deutsche Bahn" ragihandiye ku ev xwestek gellekî zêde ne û greva ajokarên trenê şermezar kiriye.

Serepeyv