Mijdar 03, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Ukrayna bi êgir re dilîze

Rûsiyê piştî sernixûnkirina 9 xwefirên Ukraynê li nêzîkî hêzgeha atomê ya Zaprojyayê hişyarî da ku Kiyêv bi êgir re dilîze.

Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta Karên Derve  bal kişand ser êrişên xwefirên Ukraynê li nêzî vê hêzgehê û got: Kiyêv bi êgir re dilîze û kiryarên neberpirsiyarane û cinayetkarane berdewam dike.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyê ragihand ku sîstema berevaniya  hewayî ya wî welatî li nêzî bajarê Enhodarê 9  xwefirên Ukraynê sernixûn kiriye. 

Ev bajar cihê niştecihbûna hijmareke zêde ji karmendên navenda Zaprojyayê ye.

Rûsyê ragihand ku armanca Ukraynê ji vê kiryarê  astengîderxistina  li ber demajoyaguhertina karmendên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ye. 

 Zaprojya hêzgeha herî mezin a atomê ya Ewrûpayê ye ku ji destpêka Adara 2022-an ve ji aliyê Rûsiyê ve tê kontrolkirin. 

 

 

 

Serepeyv