Mijdar 02, 2023 10:34 Asia/Tehran
  • Daxwaza gelê Rûsiyê bo bidawîkirina şerê li Ukraynê

Li gorî encamên rapirsiyekê, sedî 70ê gelê Rûsyê piştgiriyê didin dawîbûna şerê bi Ukraynê.

Saziya lêkolînê ya serbixwe li Rûsyê, encamên dawîn rapirsiya xwe  ku di navbera 19 û 25ê Cotmehê de li 137 herêmên Federasyona Rûsyayê di nav 1607 welatiyên Rûsyaê de  pêk anî, duh eşkere kir.

Li gor encamên vê rapirsiyê, %70 xelkê Rûsiyê amade ne ku piştevaniya Vladîmîr Pûtîn, serokomarê vî welatî bikin, eger ew biryara bidawîanîna şerê li Ukraynê bide.

Li gorî vê rapirsiyê, ji sedî 76ê welatiyên Rûsyê piştgiriya kiryarên artêşa vî welatî li Ukraynayê dikin. Asta piştevaniya gelê Rûsyayê ji kiryarên artêşa vî welatî li Ukraynayê hîna bilind e û ji destpêka şer û pevçûnan heta niha  ewqas guhertin çênebûye, ji ber ku wek mînak  li gorî encamên rapirsiya Îlonê, %73 ji welatiyên Rûsyê. piştgiriya xwe ji kiryarên artêşa vî welatî li Ukraynê ragihandibûn.

 

Serepeyv