UNICEF-ê bombebarana kampa Cebaliyê şermezar kir
Sindûqa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bombebarana kampa Cebaliyê li bakurê Xezzeyê diltezîn da aznîn û ew şermezar kir.
UNICEF-ê ragihand, dîmenên komkujiyê ku li kampa Cebaliyê li Zîvala Xezzeyê piştî êrîşên Sêşem û Çarşemê qewimî bi rastî diltezîn bûn.
UNICEF got : Herçend tu texmînek li ser hejmara zarokên ku di encama êrişan de hatine kuştin tune, lê wer5 tê xûyanê bi sedan kes birîndar bûne û hatine kuştin û li gorî agahiyên berayî , gelek zarok jî tê de hene.
Roja Çarşemê Antonyo Gotêrêş ev kiryara cinayetkarane ya dagîrkerên Qudsê şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê NY tekez kir: Divê hemû alî rêzê li yasayên navdewletî bigirin.Her wiha berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê tevî dubarekirina helwêstên dijminane yên YE`yê derbarê mafê Îsraîlê jibo berevaniyê ji xwe nivîsî: Ez ji hejmara zêde ya qurbaniyên bombebarana kampa Cebaliyê tirsiyame.Borêl roja Çarşemê di peyamekê de li ser tora civakî ya X nivîsî: Hejmara qurbaniyên bombebarana Îsraîlê li dijî kampa Cebaliyê ez tirsandime.Piştgiriya welatên rojavayî ji Rejîma Siyonîst bi hinceta berevaniya ji xwe di pratîkê de çiraya kesk û destûrek ji bo Telavîvê ye ji bo berdewamiya kuştina hovane ya zarok û jinên filistînî ye.