Wezîrê Berevaniyê ya Rûsiyê: Xebatên biyolojîk ên leşkerî yên Amerîkayê di halê zêdebûnê de ne
Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê careke din derbarê çalakiyên biyolojîk ên leşkerî yên Amerîkayê li seranserê cîhanê hişyarî da.
Sergey Şoygu,Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyê Sergey Şoygu îro hişyarî da ku çalakiyên biyolojîkî yên leşkerî yên Amerîkayê di halê zêdebûnê ne, ku têde şebekeyeke tam û tekûz a ceribîngehanan li Sîngapur, Tayland, Kambocya û Koreya Başûr bi cih bûne.
Şoygu her wiha got:: Ez bi taybetî dixwazim tekez bikim ku ceribîngehên wiha yên Amerîkî li Ukraynê bi alîkariya welatên Ewropî dixebitin ku îro hewl didin ku beşdarî mekanîzma ASÊAN Plusê bibin.Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyê ku serdana Çînê kiribû, di axaftina xwe ya di civîna 10-emîn a Civata Şiyangêşan a Pikenê de got ku hikûmet û artêşa Amerîkayê li her derê cîhanê çalakiyên biyolojîk ên leşkerî yên xwe lezgîn dikin .
Şoygu amaje bi veguhartina agahiyan derbarê avêtina mûşekan di navbera Amerîka, Koreya Başûr û Japonê de jî kir û got ku ev kiryara bi mebesta sînordarkirin û kontrolkirina Rûsya û Çînê cih tê.