Cotmeh 23, 2023 09:46 Asia/Tehran
  • Îmhakirina 30 xwefirên Ukraynê ji aliyê sîstema berevaniya Rûsyê ve

Wezareta Berevaniya Rûsyê ragihand, di operasyona leşkerî li Ukraynê de 30 xwefir û hejmareke mûşekavêjên artêşa Ukraynê ji aliyê hêzên berevaniya Rûsyê ve hatine jinavbirin.


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyê ragihand ku sîstemên  berevaniya hewayî yên vî welatî  di operasyoneke  leşkerî li Ukryanê  30 xwefirên ukryanî li navçeyên Donbas, Zaprojiya û Xersonê îmha kirin  8 sîstemên mûşekî yên Haymars û 4 roketavêjên Oragan radû kirin û îmha kirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyê roja Şemiya borî ragihandibû, ku 7 xwefirên  MiG-29 yên Ukraynê ji aliyê sîstem û firokeyên cengê Rûsyê ve hatine radûkirn û jinavbirin.

Di dereqa hefteya buhurî de 12 balafirên şer ên Ukraynê ku 10  MiG-29, 2 Sukhoi-25 û 2 Mil-8  digre ber xwe, di operasyonên leşkerî yên Rûsyê de li Ukraynê hatin îmhakirin.

Şerê Ukraynê bi hemû dûhatên xwe yên berfireh ên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û heta çandî , niha di meha xwe ya 20-emîn de ye û şandina çekên welatên rojavayî  ji Ukraynayê re berdewam e. 

 

منبع خبر

Serepeyv