Cotmeh 21, 2023 18:13 Asia/Tehran
  • Newaz Şerîf vegeriya Pakistanê

Serokwezîrê berê yê Pakistanê îro piştî 4 salan vegeriya welatê xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê,Newaz Şerîf Serokwezîrê berê yê Pakistanê îro giheşte Îslamabada paytexta vî welatî û biryar e li Lahorê derbarê hilbijartinên pêşwext ji alîgirên xwe re biaxive.

Serokwezîrê berê yê Pakistanê 3 mehan beriya hilbijartinên seranserî  ji sirgûnê  vegeriya û derbasî Îslamabadê bû.

Partiya wî ,Muslim Lîgê eşkere ragihandiye ku Nawaz Şerîf dê ji bo serokwezîriyê bibe berbijêrê vê partiyê.Ew 4 sal berî niha li Pakistanê bi sûca gendeliyê di zindanê de bû; Lê destûr jê re hat dayîn ku ji bo dermankirinê here Îngilîzê û piştî wê jî venagere. Çend roj berê dadgeha Îslamabadê  bi hikmekê   garantî kir ku  dema veger  welatê xwe dê neyê desteserkirin.

Dadgeha Pakistanê roja pêncşemiyê bi biryarekê rewş bo vegera Newaz Şerîf, serokwezîrê berê yê vî welatî xweş kir.

 

Serepeyv