Cotmeh 17, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Kremlînê îdiaya Welatên Rojavayî ya şandina çekên Koreya Bakur bo Rûsyayê derew zanî

Berdevkê Saziya Serokkomartiyê ya Rûsyayê îdiaya Welatên Rojavayê ya şandina çekên Koreya Bakur bo Rûsyayê derew zanî.

Dmîtrî Peskov roja Sêşemiyê îdiayên derbarê dabînkirina çekên Rûsyayê ji aliyê Koreya Bakur va derew zanî û tekez kir ku ev îdia li gorî şehediyan nîne.

Berdevkê Saziya Serokkomartiyê ya Rûsyayê bi gotina vêya ku Rûsya dê berfirehkirina peywendiyan bi Koreya Bakur ra bidomîne, got: Ev mafê hakimiyetî yê Rûsyayê ye û em fikir nakin ku kesekî mafê xwe yê destwerdana di vê mijarê da hebe.

Ev gotinên Peskov wek berteka li hemberî îdiaya roja Îniyê ya hikûmeta Ameîrkayê li ser vêya ku Koreya Bakur vê dawiyê barekî çekan şandiye Rûsyayê, hatine hilêxistin.

Hikûmeta Amerîkayê îdia kiribû ku navbera 7ê Îlonê heta 1ê Cotmeha 2023an keştiyekê barekî çekên Koreya Bakur bar kiriye û piştra ev bar bo keştiyek bi alaya Rûsyayê hatiye veguhestin û ev alav bi rêya hesinrêyê bo depoyekê li nêzikî sînorê başûrê rojavayê Rûsyayê hatiye veguhestin.

 

Serepeyv