Cotmeh 07, 2023 16:35 Asia/Tehran
  •  Wezîrên karên derve yên Çîn û Efxanistanê li ser berfirehkirina peywendiyên dualî tekez kirin

Wezîrên derve yên Çîn û hikûmeta Afgan ya Talîbanê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatan de kirin.

Çîn yek ji wan welatan e ku ji 15ê Tebaxa 2021ê ve têkiliyên xwe bi hikûmeta Talîbanê re li Afganîstanê berfireh kiriye

Çîn jî di van du salên dawî de çend peymanên mezin bi hikûmeta Talîbana Afganî re di warê kolandina zêr, komir û petrolê de îmze kiriye..

Wang Yî wezîrê karên derve yê Çînê li hevdîtina bi Emîr Xan Moteqî, wezîrê karên derve yê dewleta Talîbana Efxanistanê li Şîzhang Çînê got: Pekîn giringiyê dide berfirehkirina peywendiyên bi Talîbanê.

Wang Yi got jî: Çîn piştgîriya damezrandina hikûmeteke berfireh û pejirandina siyasetên nerm li Efxanistanê dike

Serepeyv