Cotmeh 02, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Revîna niştecihên Qerebaxê ji vê herêmê didome

Heta niha zêdetirî 100 hezar û 514 ermeniyên niştecihê Qerebaxa Çiyayî derbasî Ermenistanê bûne.

Ardak Bîgleriyan ji wezîrên berê yên Qerebaxa Çiyayî  tevî amajeya bi hatina çavdêrên NY bo vê herêmê got: Qerebaxa Çiyayî hema bêje vala bûye. Tenê çend sed kes mane ku ew jî dê bi zûtî ji vê herêmê derkevin.

Bîgleriyan got: Tenê bi garantiyên navneteweyî yên bihêz dê gel vegere malên xwe.

Piştî êrîşa vê dawiyê ya Komara Azerbaycanê ser Qerebaxê hejmareke zêde ya ermeniyên niştecihê vê herêmê ji tirsa cihanîna siyaseta paqijkirina etnîkî, terka war û niştîmanê xwe ber bi Ermenistanê va kirine.

Stêfan Ducarîk Berdevkê NY roja Şemiyê got: Bo cara yekem di 30 salên borî da, bi mebesta vekolandina hewcetiyên niştecihên Qerebaxa Çiyayî, dê taximeke vê saziyê bo navçeyê were şandin.

Serepeyv