Îlon 28, 2023 16:38 Asia/Tehran
  • Vladimir Putin: Rûs-atom di halê çêkirina çekên pêşketî ye

Serokkomarê Rûsyê di peyamekê de derbarê çêkirina çekên pêşketî ji aliyê kompaniya navokî ya Rûs-atomê ve agahî da.

Vladimir Putin roja pêncşemiyê di peyameke pîrozbahiyê de ji bo karmendên pîşesaziya navokî ya vî welatî ragihand ku kompaniya navokî ya Rûs-atomê di halê çêkirina çekên pêşketî  ye ku dikare hevsengiya stratejîk li cîhanê biparêze.

Serokomarê Rûsyê di vê peyamê de bal kişand  ser vê yekê ku karmendên pîşeya atomê yên vî welatî li ser cîbicîkirina projeyên  di warê binesaziya îstixbaratî muhasibeyên kuantûmê û berhemanîna madeyên nûjen de berdewam in û got: Pîşeya navokî ya Rûsyê  ji dema  damezrandinê ve  heta niha  roleke  giring  li pêşketina vî welatî  û aboriya neteweyî, hêza parastinê û ewlehiya enerjiyê hebûye.

Vladimîr Pûtîn her wiha got, ji bo zanyarên navokî yên rûsî girîng e ku bi hevkarên derveyî Rûsyê re têkiliyên  sûdmend hebin .

Li aliyê din  ve Almanya şandina mûşekên Taros bo Ukraynê rawestand.

Taurus moşekeke  kirûz a swêdî-almanî ye ku ji hewayê hatiye avêtin û dikare armancên 500 kîlometirî bike armanc.

Hikûmeta Almanyayê biryar da ku radestkirina mûşekên Taros bo Ukraynê  rawestîne.

Olaf Schultz, Serokwezîrê Almanê îdia kir ku ew dilnigeranê  ewlehiya teknîsyenên welêt e ku  biryar e  ji bo perwerdehiya parastin û xebitandina Torosê herin Ukraynê.

 

Di vê çarçoveyê de, berdevkê serokwezîra Almaniyayê tekez kir ku, ti bernameyek bilez  bo radestkirina  gihandina mûşekên Tarus bo Ukraynê tine.

 Li gorî nûçeyeke din, endamên hevpeymaniya NATOyê di mehên borî de hejmara geştên xwe yên keşfê li ser Deryaya reş ya nêzîkî nîvgirava Kirimê bi awayekî berçav zêde kirine.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyê,  derbarê bicihkirina sîstemên mûşekî li Baltikê, hişyarî da Amerîkayê  û got ku pêwendîya Kanada bi Naziyan re dê bandoreke neyînî li ser pêwendiyên wê û Moskowê bike.

Maria Zaxarova berdevka Wezareta Derve ya Federasyona Rûsyayê îro Çarşemê ragihand ku ev welat çavdêriya hemû liv û tevger û çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li  navçeya Baltîkê dike.

 

Serepeyv