Îlon 25, 2023 17:31 Asia/Tehran
  • Radestkirina abramzên Amerîkî bo Ukraynê

Yekem barê tankên Abrams yên Amerîkî gihîşt Ukraynê.

Rojnameya Amerîkî  ya New York Times ji zarê du karbidestên berevaniyê yên vî welatî ragihand ku yekem barê tankên Abrams roja şemiyê  û çend mehan  pêştir ji dema qirarkirî hatin şandin bo Ukraynê.

Karbidestên berevanîyê yên Amerîkî gotin, Amerîka dê di mehên bê de, tankên Abrams M-1 ên zêdetir ji artêşa Ukraynê re bişîne.

Li gorî vê raporê, hejmara tankên ku hatine şandin û herwiha awayê veguhestina tankên Abrams bo Ukraynê nehatiye ragihandin.

Derbarê vê yekê serokê îstixbarata leşkerî ya Ukraynê got: Eger em bi tenê van tankan bişînin bereya şer da ku ziyanê bigihînin çeperên berevaniya Rûsiyê, dê gelek li meydana şer dewamê neynin.

Şandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Ukraynê di rewşekê de ye ku hikûmeta Biden ji bo şandina alîkariyên zêdetir bo Ukraynê, hem ji aliyê nûnerên Kongrê û hem jî ji aliyê raya giştî ya vî welatî ve rastî zexteke mezin hatiye.

 

منبع خبر

Serepeyv