Îlon 25, 2023 10:05 Asia/Tehran
  • Li Fransayê bi hezaran kes li dijî şîdeta polîsan nerazîbûn nîşan dan

Bi hezaran kes li bajarên curbicur ên Fransayê daketin kolanan û li dijî şîdeta polîsan nerazîbûn nîşan dan.

 

Nêzîkî sê mehan piştî mirina nûgîhayekî di dema lêgerîna polîsan de, bi hezaran kes li Fransayê  daketin kolanan, li seranserê vî welatî kesên nerazî li dijî tundiya polîsan xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan li Parîsê bi polîsan re ketin pevçûnê.

Ji bo şermezarkirina tundiya polîsên Fransayê, bi hezaran kes cardinê  daketin kolanan û nijadperestiya sîstematîk, tundiya polîsan û  newekheviya civakî ku bi taybetî xelkê derdora bajarên Franseyê bi wan re rû bi rû ne, protesto kirin.Xwepêşanderan daxwaza kivşkirina qanûnên tundtir ji bo bikaranîna çekan ji aliyê polîs  kirin  û  gotin ki divê û saziyeke serbixwe ya lêkolînê  li ser sûçên  polîs li vî welatî were avakirin.

Di xwepêşandanên li dijî tundiya polîsên Fransî li Parîsê ,  neraziyan êrîşî trimbêlên  polîsan kirin û hejmarek polîs jî birîndar bûn.

Di 27’ê Hezîranê de Nahel Merzûq ê 17 salî, welatiya Fransî-Cezayîrî,  li derdora rojavayê Parîsê ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Piştî vê bûyerê di çend şevên li pey hev de, Fransa bû şahidê xwenîşandan û serhildanên mezin ku di encamê de zêdetir ji 3000 kes li seranserê vî welatî hatin desteserkirin.

Piştî aloziyên destpêka Tîrmehê , zêdetirî 900 ciwan li seranserê Fransayê di dadgehên bilez ên standard de hatin mehkemekirin.

Kuştina Nahel li Fransayê bû sedema nerazîbûnên berfireh.

Talankirinên berdewam, şewat û pevçûnên tund di navbera polîs û xwepêşanderan de  qewimîn bi hezaran kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, zêdetirî 12 hezar trimbêl hatin şewitandin, zêdetirî 1100 avahî û zêdetirî 200 navendên polîsan hatin kavilkirin, Şîrketên  sîgorteyê yên Fransayê rêjeya ziyanan nêzîkî 650 mîlyon Euro texmîn kirine.

 

Serepeyv