Îlon 25, 2023 08:20 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê dawîn amarên birîndar û kuştiyên Ukraynê belav kir

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyê amarên dawî yên kuştî û birîndarên leşkerî yên artêşa Ukraynê di operasyonên leşkerî yên Rûsyê li Ukraynê de belav kir.


Îgor Konaşenkov, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de di encama operasyonên leşkerî yên Rûsyê de, derdora 560 leşkerên Ukraynê hatin kuştin.

Îgor Konaşenkov her wiha got, hêzên Rûsyê di encama  operasyonên  leşkerî yên di 24 saetên derbasbûyî de li Ukraynê, 6 dije êrîşên vî welatî pûç kirin, 8 mûşekên Hîmars radû kirin û 15 xwefir, 7 trimbêlên zirxî, 7 trimbêlên leşkerî, trimbêleke peya, 5 top têk birin  û  2 kamyonên biçûk û 2 sîstemên topxaneyî ji nav birin.

Şerê li Ukraynê bi hemû dûhatên xwe yên berfireh ên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û heta çandî niha di meha xwe ya 20emîn de ye û welatên rojavayê hîn jî çekan didin Ukraynê.

Rayedarên rûsî û hin çavdêr  û medyayên rojavayî şerê Ukraynê weke şerê wekaletê di navbera rojava û Rûsyê de dane zanîn.

 

منبع خبر

Serepeyv