Îlon 24, 2023 15:58 Asia/Tehran
  • Lavrov: Îran bi dû çeka atomê nîne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Îran bi dû çeka atomê nîne.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê roja Şemiyê di rex Komcivîna Ciovata Giştî ya NY'yê da bal kişande ser fetwaya Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê herambûna bomba atomê, got: Îranê bi caran tekîd kiriye ku bernameyeke wê ya wiha tineye û heta Rêberê Înqilaba Îranê fetwayek di vî warî da daye; ji ber vê yekê ye ku em bawer in, ji ber ku wan dê bomba xwe ya atomê tinebin, cînarên Îranê jî ji bo derbsbûna bo vê rêkê dê weswas nebin û ti kesek naxwaze ku hejmara welatên navokî li cîhanê zêdetir bibe.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê heta niha bi caran tekezî li ser pêbendiya Tehranê bo aştiyanebûna çalakiyên xwe yên navokî kiriye.

Komara Îslamî ya Îranê hertim ragihandiye wek wajokereke Peymana Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Atomî (NPT) mafê xwe yê bidestxistina teknolojiya navokî ji bo armancên aştiyane heye.

 

Serepeyv